Meteorolojî hisyariya barana berfê bo 3 bajarên Serhedê da

23 berfanbar 2020 04:27
Meteorolojî hisyariya barana berfê bo 3 bajarên Serhedê da

PeyamaKurd – Meteorolojiya Tirkiyê hişyariya barana berfa xurt bo sê bajarên welatê Serhedê da ku ew jî Agirî, bakûrê bajarê Wanê û Ixdir e. Rêvebiriya meteorolojiyê ya giştî ragihand ku wê roja çarşemê di serê siba de, berf li dora Agiriyê, bakûrê Wanê û li başûrê Ixdirê şida xwe zêdetir bike.

Di hişyariyê de hat gotin ku dibe cemed bikeve erdê, di gihandinê de kêmasî bikeve xizmetê û divê ajotvan bi tedbîr tevbigerin.