Mesrûr Barzanî xelata rêzgirtinê da 4 karkerên polîsê Hewlêrê
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di merasimeka taybet de xelata rêzgirtinê da 4 karkerên polîsên Hewlêrê. Her 4 karmendên ku xelatê ji destê Barzanî girtin, bi sedema xebata wan ya ewlehiyê, paqij û rêzgirtinê bû. Serokwezîr Barzanî di merasimê de weha got:
“ Heta kesên weke we dilsoz hebin, Kurdistan wê di destekî emnî de be.’’
Barzanî her weha erkê da wezîrê karên hundir yê Herêma Kurdistanê Rêber Ahmed ku wan her 4 karmendan di wezîfeyên wan de bipêşbixe. Mesrûr Barzanî di merasimê de axaftina xwe weha dewam kir:
“Îro sedema civîna me li vir ew e ji we re bêjim roja înê ya borî, min xwest serdana çend cihên hukmî bikim ku ji aliyê van birayên min ê birêz de dihatin parastin. Otomobîleke din jî ligel min bû. Bêyî ew bizanin em kî ne, me xwest serdana wî cihî bikin. Van birêzan rê li ber me girtin û gotin beyî rênimahî, çûna hundir qedexe ye. Herçend wan biraderên ligel min bûn, xwe nasandin û nasnameya xwe jî nişandan, lê belê wan got berpirsên me heye û pêwîste em ji berpirsên xwe bipirsin ji bo ku bizanibin bê ka desturê dide em biçin hûndir an na. Em nêzîkî 10 xulek heta çarîkekê li bendê bûn heta ku em naskirin û rê dan ku em serdana wî cihî bikin.
Ji ber wê min xwest ez bang li wan birêzan bikim, ji bo destxweşiyê li wan û spasiya wan bikim ji bo dilsoziya wan beramber erkên xwe tînin cîh. Heta ku em xwedî dilsozên weke we bin, Kurdistan di destekî ewle de ye. Ez şanazîyê bi we dikim, ji bo we erka xwe cîbecî kiriye. Heta we bawerî pê anî û we bi berpirsên xwe re qise kir û piştre rê da me. Ji ber wê îro ji bo nîşandina spas û pêzanîna xwe ji bo, di xizmeta we de me ku we xelat jî bikim. Destxweşiyê li we dikim û şanaziyê bi we dikim gelekî gelekî spas ji bo mandîbûn û dilsoziya we.’’

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin