Mesrûr Barzanî Tîma Hewlêrê pîroz kir
10 sibat 2022 13:33
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi rêya telefonê Tîma Hewlêrê, ji ber di Lîga Super a Iraqê de serkeft, pîroz kir.
Tîma Hewlêrê do êvarî 9ê Sibata 2022yan, di Lîga Super a Iraqê de li Stada Franso Herîrî bi 3 golan, tîma Mîna têk bir û bi vê têkbirinê, şeşemîn car di vê werzê de bi ser ket.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi telefoneke bi rêya Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw, pîrozbahî li tîma Hewlêrê kir, bi Serokê Tîma Hewlêrê Welîd Areb re axivî û destxweşî li serkeftina tîmê kir.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Tîma Hewlêrê di 6 lîstikên dawî de 5 serkeftin bi dest xistin û bi komkirina 24 puanan, di rêzbenda Lîga Super a Iraqê de di rêza 12an de ye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Mesrûr Barzanî derçûyên Zanîngeha Selahedîn pîroz kir
24 mjd 2025
Aborî
Mesrûr Barzanî 450 milyon dînar alîkarî ji Tîma Newrozê re terxan kir
02 mjd 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin