Mesrûr Barzanî rizamendî li ser xerckirina budçeyeke ji bo Tendirustiya Zaxoyê nîsan da

15 mijdar 2021 14:02
Mesrûr Barzanî rizamendî li ser xerckirina budçeyeke ji bo Tendirustiya Zaxoyê nîsan da

PeyamaKurd – Piştî hewl û bizavên berdewam ên Serperiştyarê Îdara Serbixwe ya Zaxoyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, rizamendî li ser xerckirina milyarek û 668 milyon dînar ji bo sektora tendirustiyê ya li Zaxoyê nîşan da.

Li gor daxuyaniyeke ragihandina Îdara Serbixwe ya Zaxoyê, piştî hewl û bizavên berdewam ên Serperiştyarê Îdara Serbixwe ya Zaxoyê, li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezîrê Tendirustiyê serdana îdara serbixwe ya Zaxoyê kir û pêwîstiyên sektora tendirustiyê bi vî awayî wê bêne dabînkirin:

1 – Dabînkirina budçeya mehane bi qasî sed milyon dînaran ji bo Tendirustya Zaxoyê hatiye dabînkirin.

2 – Nûjenkirina Nexweşxaneya Giştî ya Bêdarê ya li Zaxoyê û dabînkirina kelûpelên pêwîst bi qasî du sed û pêncî û du milyon dînaran.

3 – Nûjenkirina Nexweşxaneya Hawarhatinê li Zaxo û dabînkriina kelûpelên pêwîst bi qasî du sed û şêst û şeş milyon dînaran.

4 – Nûjenkirina Nexweşxaneya Zarokbûnê ya li Zaxo û dabînkirina kelûpelên pêwîst bi qasî du sed û sî û heşt milyon dînaran.

5 – Nûjenkirina bingehên tendirustiyê yên Delal, Xabûr, Barzan, Tilkeber, Seîd Pîran û dabînkirina kelûpelên pêwîst bi qasî pênc sed milyon dînaran.

6 – Nûjenkirina Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Zaxo û dabînkirina kelûpelên pêwîst bi qasî pêncî milyon dînaran.

7 – Nûjenkirina bingeha tendirustiyê ya Barzan û dabînkirina kelûpelên pêwîst bi qasî pêncî û heşt milyon dînaran.

8 – Danîna sîstema IT û kamerayan ji bo hemû nexweşxaneyan bi qasî du ser û çar milyon dînaran.

9 – Dabînkirina otomobîleke tezandinê (brad) ji bo dermanan û 6 ambulans.