Mesrûr Barzanî: Projeya çaksaziyê divê di xizmeta xelkê Kurdistanê de be

07 cotmeh 2019 20:38
Mesrûr Barzanî: Projeya çaksaziyê divê di xizmeta xelkê Kurdistanê de be

PeyamaKurd - Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (07.10.2019) bi amadebûna cîgirê serokwezîr Qubad Talabanî, tevî lijneya hemahengiya navbera parlamentoyê ya hikûmeta herêma Kurdistanê ya taybet ji bo projeyasaya çaksaziya mûçe, serwet, malnişîn û îmtiyazên din civiyan.

Di civînê de guftûgo li ser pêwîstiya derbarê yasaya çaksaziyê hate kirin û amaje bi giringiya amadekirina yasayê û rêkirina yasayê bo Parlamentoya Kurdistanê hate kirin.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî amaje bi giringiya pêkanîna çaksaziyê kir, ku mijarekî giring a xetên giştî yê karnameya kabîneya nehem a hikûmeta herêma Kurdistanê ye.

Mesrûr Barzanî got: ”Daxwaz û îradeya me bo pêkanîna çaksaziyê pir bihêz e û bi alîkariya Parlamentoya Kurdistanê ve emê vê bikin. Armanca çaksaziyê jî bidest xistina dadperwerî û sazî kirina hemû saziyên herêma Kurdistanê ye û projeya çaksaziyê divê li xizmeta berjewendiyên giştî û piraniya xelkê herêma Kurdistanê de be.”

Civînê de amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku guftûgoyên zêdetir derbarê projeyasayê de bê kirin û civîn dê vê derbarê de berdewam bin heta reşnivîsek dawî amade dibe û ji Parlamentoya Kurdistanê re bê rêkirin. Projeya çaksaziyê jî cureyek dibe ku dadperwerî li berçav bê girtin û mûçedarên heq dikin, maf û heqê wan ê darayî li gor yasa û rênmayiyan parastî dibe.