Mesrûr Barzanî: PKK û mîlîsyayên li Singalê ne, sedema cîbicînekirina rêkeftina Singalê ne

04 cotmeh 2021 13:30
Mesrûr Barzanî: PKK û mîlîsyayên li Singalê ne, sedema cîbicînekirina rêkeftina Singalê ne

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bersiva pirseke gencekî Şingalê de û diyar kir: “PKK û mîlîşyayên li Şingalê ne, sedema cibicînekirina rêkeftina Şingalê ne. Em bi ti awayî dest ji ax û mafên xelkê Şingalê bernadin û divê xelkê Şingalê bi serbilindî vegere Şingalê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser “Twitter” bersiva pirseke gencekî Şingalê ya li ser rêkeftina Şingalê, rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê û vegera koçberan  belav kir û da zanîn: “Rêkeftina me, bi Hikûmeta Federelî re ji bo asayîkirina rewşa Şingalê heye. Pirsgirêk ew e, ew desthilata ku niha li Şingalê heye, ne desthilata Hikûmeta Federalî ye, belkû rikberiyê li desthilata federalî dike.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Komên mîlîşyayan û PKKê li Şingalê ne. Yek ji sedemên cibicînekirina rêkeftina Şingalê, hebûna wê desthilata neyasayî ye ku rê nade ew rêkeftin were cîbicîkirin.”

Herwiha destnîşan kir: “Em bi ti awayî dest ji ax û mafên xelkê Şingalê bernadin û divê xelkê Şingalê bi serbilindî vegere Şingalê.”

Amaje bi şehîdbûna 500 Pêşmerge di rêya rizgarkirina Şingalê de kir û diyar kir: “Ew karesata bi ser xelkê Şingalê de hatiye, bi me nexweş bû û 500 Pêşmerge şehîd bûn, heta ku Şingal hat rizgarkirin.”

Herwiha da zanîn: “Piştî 16ê Cotmehê, xelkê xelkê wê ji me re got êdî em careke din şer li navçeyê derkeve. Lê ev nayê wateya ku ev rewş li Şingalê berdewam be û divê xelkê Şingalê bi serfirazî vegerin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di berdewamiyê de got: “Gelek soz ji bo hevkarîkirin û avedankirina Şingalê hatine dayîn. Gava yekem, vegera Pêşmerge, xelkê Şingalê û îdareya wê ya rewa û yasayî ye. Vê derbarê de jî em li bendê ne bizanin ka hikûmeta Iraqê dê çi bike.”