Mesrûr Barzanî: Pêwîstiya welatiyan ji her demê zêdetir bi xizmetê heye...
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di Dîdara MERI ya li Hewlêrê hat lidarxistin de, di paneleke taybet de axivî.
Serokwezîr Barzanî di axaftina xwe de, bal kişand ser peyama Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û got: “Erkekî giran li ser milê wî ye û ez ji bo wî hêviya serkeftinê dikim.”
Mesrûr Barzanî da zanîn: “Iraq di rewşeke nexweş re derbas dibe û sedemên wê jî gelek in, beşeke wê bi kartêkirina derekî ve girêdayî ye û beşek jî bi xeletiyên kabîneyên berê ve girêdayî ye, sererastkirina wan xeletiyan, ne hêsan e.”
Serokwezîr Barzanî di beşeke axaftina xwe de got: “Pêwîstiya xelkê ji hemû deman zêdetir bi xizmetguzariyan heye, her serokwezîrek eger bixwaze serkeftî bibe, beriya her tiştî divê karên xizmetguzariyê ji bo xelkê zêde bike. Hemû hewldanan bide ji bo zêdetir xizmetkirin û kêmkirina gendeliyê û bilez meşandina karan, dê alîkar bibin, lewra Iraq di astekê de rawestiyaye ku her pêşketinek gelek mezin têne ber çavan.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di beşeke din a axaftina xwe diyar kir: “Ez hêvî dikim, aliyên siyasî jî piştevan bin, mixabin gelek caran aliyên siyasî li şûna ku alîkar bin, ji ber milmilaniya siyasî, erkên pêşîn ên hikûmetê ji bîr dikin.”
Li ser alîkarîkirina kabîneya nû ya Iraqê Serokwezîrê Herêma Kurdistanêgot: “Li vir ajandayeke me heye û me beşeke mezin a ajandaya xwe cîbicî kiriye. Em dikarin wan pêngavên ku em tê de serkeftî bûne û ezmûna ku ketiye destê me, em dikarin behsa wan bikin û di xizmeta hemû Iraqê de bi kar bînin.”
Mesrûr Barzanî da zanîn: “Em ne tenê çaksazî, me dest bi proseya dirustkirinê kir û hinek tişt dem dixwazin ku encama wan bi dest bikeve, weke nimûne; di dîjîtalkirina xizmetguzaraiyan de, ez dikarim bibêjim di dawiya 2025an de li Herêma Kurdistanê kar bi kaxizan nayê kirin û hemû kar bi dîjîtal têne kirin û em di wî warî de li pêş in. Ji aliyê hemecûrkirina aboriyê ve, me sektora çandinî û pîşesazî û geştûgaziyê pêş xist. Me pêngavên baş avêtin û di meha bê de yekem hinardeya mezin a berhemên çandiniyê ji Herêmê ve bo derve dest pê dike. Ev jî destkeft û pêngaveke gelek baş e.”
Mesrûr Barzanî ji bo çareserkirina kêşeyan diyar kir: “Em her dem amade ne ku alîkariya hevdû bikin ji bo çareserkirina kêşeyên ku nehatine çareserkirin. Heta niha yasaya petrol û gazê ya Iraqê tune ye, em dikarin bi hev re yasaya petrol û gazê gengeşe bikin û bişînin parlamentoyê ji bo pesendkirinê, ev gelek kêşeyan dê çareser bike.”
Di dewamê de got: “Mijareke din Madeya 140 û navçeyên kêşeliser e, heta niha Hikûmeta Federal pêşve gav neavêtiye, eger niyeta Bexdayê ji bo çareseriyê hebe, em amade ne ku hemû hewldanan bikin û alîkar bin li ser bingeha destûrê, wek çawa amadebûna me hebû ji bo pêkanîna lîwayên hevbeş ji bo dabînkirina seqamgîriya navçeyan. Heta niha Hikûmeta Iraqê bi cidî nehatiye pêş ji bo çareserkirina wan kêşeyan.”
Li ser bûdceyê jî Mesrûr Barzanî diyar kir: “Me çendîn car şanda xwe bo Bexdayê rêkir, şandên me bi destê tijî çûn û di gotûbêjan de zal bûn û maf û erkên Herêmê bi zelalî eşkere kirin, em careke din jî amade ne ku şanda xwe bişînin ji bo zelalkirina van mijaran, lê belê mixabin heta niha ev nehatiye bicihkirin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin