Mesrûr Barzanî: Pêwîst e NY çavderiya rewsa Kerkûkê û deverên din bike
PeyamaKurd - Serokwezîrê bo hikûmeta nehem a Herêma Kurdistanê erkdarkirî Mesrûr Barzanî îro sêşemê pêşwazî li nûnera taybet ya sekreterê giştî yê NY li Iraqê Jeanine Hennis Plasschaert û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de rewşa Iraq, Kurdistan û Rojhilata Navîn herwiha proseya pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hatin axaftin.
Serokê nû yê hikûmetê daxwaz ji NY kir ku pêwîst e çavdêrî û serperestiya xebatên normalkirina rewşa Kerkûkê û nûjenkirina deverên ku ji ber şerê DAIŞê ziyan dîtine, bike.
Nûnera taybet ya sekreterê giştî yê NY li Iraqê jî behsa pêkanîna hikûmeta Kurdistanê kir û kêfxweşiya xwe li hember başbûna pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê nîşan da û destnîşan kir, ew wek NY piştevaniya bername û planên hikûmeta nû û çareserkirina arîşeyan dikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin