Mesrûr Barzanî pêswazî li Robert Palladino kir

29 hezîran 2022 20:37
Mesrûr Barzanî pêswazî li Robert Palladino kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 29ê Hezîranê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê Robert Palladino kir, ku ji bo xatirxwestinê serdana Mesrûr Barzanî kir.

Di hevdîtinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî, spasiya Konsulê Giştî yê Amerîkayê kir ji ber xebata wî ya ji bo pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û di erkên wî yên nû de hêviya serkeftinê ji bo Robert Palladino xwest.

Herwiha Konsulê Giştî yê Amerîkayê Palladino jî pêzanînên xwe ji bo pêwendî û hevahengiya berdewam a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel konsulxaneya welatê wî ya li Hewlêrê nîşan da.