Mesrûr Barzanî: Me li dijî terorê pêsengiyê kiriye

17 sibat 2018 18:17
Mesrûr Barzanî: Me li dijî terorê pêsengiyê kiriye

Rawêjkarê Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo tevlîbûna konferansa asayîşa navdewletî ya li bajarê Munich (Munich Security Conference) a Almanya bibe, ev du roje li Almanya ye.

Barzanî ragihand ku ew bi dezge û saziyên navdewletî re hevdîtinên girîng kirine lê neçû nav naveroka hevdîtinan. Lê Barzanî beyan kir ku ev core konferans bo dezge û saziyên asayîşa Kurdistanê zahf girîngin.

Mesrûr Barzanî ragihand ku di şerê li dijî terorê de her tim bo Awrûpiyan di herêmê de pêşeng bûne.