Mesrûr Barzanî ji NY daxwaza qerebûkirina qûrbanên tawanên DAISê kir
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê pêşwazî li Rawêjkarê Neteweyên Yekbûyî (NY) û Serokê Tîma Lêpirsînê ya NY ji bo Lêkolînên Tawanên DAIŞê (UNITAD) Kerîm Ehmed Xan kir.
Di civînê de behsa pêvajoya darizandina tawanbarên DAIŞê û pêşxistina hevkariya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de hate kirin.
Serokê Tîma UNITADê bal kişand ser pêvajoyên dawî yên dadî û teknîkî yên ji bo darizandina tawanbarên DAIŞê ji ber tawanên li dijî mirovahiyê.
Kerîm Ehmed Xan destnîşan kir ku armanca darizandina yasayî ew e ku dersan ji van tawanan werbigirin û rê li ber dubarekirina wan bigirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxwaz kir ku di mekanîzma dadgehkirina tawanbarên DAIŞê de civata navdewletî piştevaniyê bike.
Barzanî got, “Divê civaka navdewletî, zirar û ziyanên kesên qûrbaniyên ji destê terorîstên DAIŞê qerebû bike; Herwiha ew cih û warên hatine wêrankirin jî bên çêkrin. Da ku hêsankarî ji bo rewş û vegera koçberan pêk were.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin