Mesrur Barzanî: Hevbesiya me û Amerîka gelekî girîng e
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî piştî hevdîtina bi Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence ragihand, hevbeşiya Amerîka û Herêma Kurdistanê ji bo aramiya Rojhilata Navîn gelekî girîng e.
Serokwezîr Mesrur Barzanî li ser twîtterê derbarê hevdîtina xwe ya bi cîgirê serokê Amerîka, Mike Pence de got, di wê hevdîtinê de wan teqezî li aramiya Rojhilata Navîn û deverê kiriye.
Mesrur Barzanî got ku wî behsa alîkariyên serbazî û mirovî yên Amerîka ji bo Herêma Kurdistanê kiriye û ji Mike Penc re gotiye: “Hevbeşiya me vê gavê ji hemû demên din girîngtir e bo aramiya deverê.”
Cîgirê serokê Amerîka Mike Pence, îro danê êvarê piştî ku serdana hêzên Amerîkî yên li parêzgeha Enbar ya Iraqê kir, derbasî Hewlêrê bû û bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrur Barzanî û komek berpirsên din yên Kurdistanê re civiya.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin