Mesrûr Barzanî: Hedefa me bilinkirina asta perwerdêye
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tevlî merasima derçûna xwendekarên Zankoya Duhokê bû û gotarekî ji bo mamoste û xwendevanên zankoyê kir. Barzanî ji bo derçûna xwendevanên zankoyê kêfxweşiya anî ziman û ji xwendevanan re rojên xweş û ji dê û bavan re destxweşiyê kir.
Barzanî her weha sipasiya mamosteyên zankoyê kir û got ku zankoya Duhokê yek ji zankoyekî herî mezin yê Herêma Kurdistanê ye û ji sala 1992 an heya niha xizmetê dide Duhokê, devera Behdînan û Herêma Kurdistanê. Serokwezîr Barzanî weha got:
“Hukumeta Herêma Kurdistanê girîngiyê dide pêvajoya xwendin û perwerdê. Hukumeta 9 em ya Herêma Kurdistanê girîngiyê dide sektora xwendin û perwerdehiyê. Hukumet dixwaze perwerdê bipêş bixe, çaksaziyê pêkbîne, dixwaze pêşketineka bê sînor, zanista teknolojiyê ya serdemî bixe nav perwerdê.
Divê xwendevanên me hînî pisporiyê bibin, şarezabin û di aboriyê de bibin sedema pêşdeçûna aboriya Herêma Kurdistanê. Divê xwendekarên perwerdekirî bi pêşketinê civakekî saxlem ava bikin û wezîfa wan ne tenê sitendina bawernameyan be. Asta rewşenbiriyê, hişyariyê di xizmeta civakê de bipêş bixin.”
Barzanî di encama axaftina xwe de pîrozbahiyê li xwendevanên derçûyî kir, di jiyana wan de ji wan re serkeftin û dilxweşiyê xwest.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin