Mesrûr Barzanî: Ez hevparê xema we me

01 hezîran 2022 09:45
Mesrûr Barzanî: Ez hevparê xema we me

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyamek sersaxiyê ji bo koça dawî ya mamoste Ehmed Teyîb arasteyî birayên wî Ebdulezîz Teyîb û Mueyed Teyîb kir.

Serokwezîr di peyama xwe de hevxemiya xwe ji bo malbata wan ragihand.

Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Birêz Ebdulezîz Teyîb û Mueyed Teyîb

Ji ber koça dawî ya birayê we Xwedê rehma xwe lê ke, mamoste Ehmed Teyîb, behî û sersaxiyê li we û malbata we ya rêzdar dikim û ez hevparê xema we me.

Xwedayê mezin giyanê wî bi bihiştê şad bike û sebr û hedarê bide we.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê