Mesrûr Barzanî: Em tu car birîna xiyaneta xakfirosan ji bîr nakin
PeyamaKurd – Di derbarê salvegera xiyaneta 16ê Cotmehê û dagirkirina Kerkûk û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û diyar kir: “Rewşa ne asayî ya Kerkûkê nayê qebûlkirin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Facebookê peyamek belav kir û da zanîn: “Ev rewşa ne asayî ku di encama xiyaneta xakfiroşî de, li Kerkûk û deverên din ên Kurdistanî derketiye holê, nayê qebûlkirin.”
Mesrûr Barzanî herwiha destnîşan kir: “Em tu car birîna xiyaneta xakfiroşan ji bîr nakin. Lê belê birîna ji xiyanetê kûrtir ew e ku gel ceza nede xiyanetkaran.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin