Mesrûr Barzanî: Divê di xerckirinê de dadperwerî hebe

16 îlon 2019 19:27
Mesrûr Barzanî: Divê di xerckirinê de dadperwerî hebe

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro civînek ligel komîteya dahatê saz kir.

Di civîna ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî amade bû de, Serokê hikumetê bal kişan ser ku, pêwîste hikumet kar li ser wê yekê bike ku hevsengî hebe di navbera Dahat û xercîyan bi awayekî di xizmeta berjewendîya giştî û hemwelatîyên Herêma Kurdistanê de be.

Serokwezîr Barzanî, tekez kir ku divê dadperwerî hebe di xerckirina dahatê de bo navçeyên Herêma Kurdistanê û got, “Kar û erkê me berevanîkirina mafên hemwelatîyên Herêma Kurdistanê ye.”

Herwiha di civînê de, derbarê komkirina dahatê û rêkxistina Bac û gumrikan û karkirina banka Herêma Kurdistanê de gotûbêj hatin kirin.

 Serokê hikumetê di dawiya civînê de jî xwest ku beriya hatina zivistanê nefta spî bo hemwelatiyan were dabînkirin.