Mesrûr Barzanî bo Plasschaert: Îradeyeke hevbes heye

13 gulan 2019 17:15
Mesrûr Barzanî bo Plasschaert: Îradeyeke hevbes heye

PeyamaKurd – Şêwirmendê Giştî yê Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî ji Nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Iraqê, Jeanine Hennis-Plasschaert re diyar kir, ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr-Bexdayê îradeyeke hevbeş heye.

Barzanî îro bi Nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Iraqê, Jeanine Hennis-Plasschaert û heyeta ligel wê re civiya.

Di hevdîtinê de rewşa dawî ya siyasî li Iraq û Kurdistanê û mijarên; pêkanîna kabîneya hikûmeta Kurdistanê, rewşa Kerkûk û Şingal û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Mesûr Barzanî bal kişand ser ku dê kabîneya nû li gorî xwestekên gel gavan bavêje û derbarê pêwendiyên Bexda-Hewlêrê de jî got, “Di navbera herdu aliyan de hevdîtin didomin. Ji bo çaserkirina pirsgirêkan di navbera herdu aliyan de îradeyeke hevbeş heye.”

Jeanine Hennis-Plasschaert jî ji bo pêşketinên li Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe anî ziman û destnîşan kir ku Neteweyên Yekbûyî (NY) dixwaze ji bo çareserkirina arîşeyan û dîyaloga bi aliyan re rolekê bigire ser xwe.