Mesrûr Barzanî: Armanca van projeyên stratejîk bihêzkirina jêrxaneya Kurdistanê ye

23 gulan 2021 14:07
Mesrûr Barzanî: Armanca van projeyên stratejîk bihêzkirina jêrxaneya Kurdistanê ye

PeyamaKurd -  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê ligel Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabenî, li Silêmaniyê kevirê binyadê yê projeya bazarkirina genimê cotkaran danî. Mesrûr Barzanî got, armanca hikûmeta nehem a Kurdistanê bi van projeyên stratejîk ên hemû dever û sektoran bihêzkirina jêrxaneya Kurdristanê ye.

Serokwezîr Barzanî di merasîma danîna kevirê binyadê yê Siloyên genimên cotkaran de da zanîn, cîbicîkirina vê projeyê tê wateya ku hikûmeta nehem a Kurdistanê hemû sozên ku dane yek bi yek bicih tîne.

Mesrûr Barzanî projeyên hikûmeta Kurdistanê wekî projeyên stratejîk pênase kir û diyar kir ku Kurdistan wê her avadan bibe û hewil bide bi berhem û projeyên xwe li ser piyên xwe bisekine.

Projeya çêkirina sîloya nûjen 122 milyon dolar zêdetir lê tê xerckirin, bi teknolojiya pêşketî û li gorî pîvanên cîhanê tê avakirin û wê bazara genim û berhemên xwarinê li Kurdistanê geş bike.