Mêşek bû sedema qezayeke trafîkê
Li Almanyayê piştî ku ajokarekî otobusê dema hewl dida mêşeke biçûk a di nav otobusê de derbixe, kontrola wesayîtê ji dest da û qeza çêbû.
RûpelNews - Mêşekê li herêma Viersen-Dülken a li rojavayê Düsseldorfê, li eyaleta Nordrhein-Westfalen ya Almanyayê, bû sedema qezayeke trafîkê.
Li gorî daxuyaniya Rêvebiriya Polîsan a Viersenê, di qezayê de ku dema ajokar hewl dida mêşeke di nav otobusê de birevîne kontrola wesayîtê ji dest da, çar kes birîndar bûn.
"Otobûs ji rê derket û li çepera xaniyekî qelibî"
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Mêşeke biçûk a di nav bûsa veguhestina giştî de, ku îro xizmeta xwe ya asayî dikir, ajokar aciz dikir.
Dema ku ajokar ji Kolana Eindhovener ber bi Kolana Heiligen ve diçû, hewl da ku mêşa ku wî aciz dikir bi dûr bixe.
Ji ber vê manewrayê dema ku otobûs di liv û tevgerê de bû, otobûs ji rê derket û li çepera xaniyekî ket. Ajokarê otobûsê yê 54 salî di qezaya trafîkê de bêzerar ma, lê çar rêwî birîndar bûn.
Sê jinên 36, 46 û 49 salî û kurekî 4 salî, ku di hundirê otobûsê de hatibûn avêtin, ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.
