Melania Trump: Berdevka min bûye Berdevka Koska Spî

26 hezîran 2019 17:16
Melania Trump: Berdevka min bûye Berdevka Koska Spî

PeyamaKurd - Hevjîna Serokê Amerîkayê Donald Donald Trump, Melania Trump ragihand ku Stephanie Grisham ku bûye Berdevka Koşka Spî di heman demê dê berdevka wê ya medyayê ye.

Grisham, ku ji 2015’an vir ve bi tîma Trump re dixebite dê herwiha wek Dîrektora Ragihandinê ya Qesira Spî jî kar bike. Piştî ku Berdevka Koşka Spî Sarah Sandarsê dev ji kar berda, Girsham bo wê erkê hatibû erkdarkirin.

Xanima Yekem a Amerîkayê hevjîna Donald Trump, Melani Trump li ser Stephania Grisham di hesabê xwe yê twitterê de go, “Ez ti kesên ku ji wê çêtir dikare bo rêvebirîyê û welatê me xizmetê bike nas nakim.’’ Bill Shine ji dîreoktorîya vekişîyabû li şûna wî ti kes nehatibû tayîn kirin.

Hat zanîn ku dê berdevka nû Stephanie Grisham vê hefteyê bi Trump re here Japonya û Koreya Başûr û herwiha berdevkiya Melania Trump jî bidomîne.