Meksîka: Kurê El Chapo hat girtin, pevçûnên tund derketin
PeyamaKurd – Ovidio Guzman-Lopez, kurê baronê tiryakê Joaquin Guzman ê bi nasnav El Chapo, li Meksîkayê hat binçavkirin, li eyaleta Sinaloa ku kartela tiryakê ya herî bi hêz e di navbera polîs û endamên çeteyan de pevçûn derket.
Hat ragihandin, Ovîdîoyê ku piştî bavê wî hat girtin û birin Amerîkayê, bi pêşengiya rêxistinê dihat sûcdarkirin û di encama şopandina 6 mehan de hat girtin.
Çeteyên hêrsbûyî rêyan barîkat kirin, wesayît şewitandin û êrîşî balafirgehê kirin.
Ji ber ku balafira ji bo rabûnê amade bû, bû hedefa guleyan, sefer hatin betalkirin.
Di balafira hedefê de fîşekek cesedê balafirê qul kir û rêwiyan ji bo parastinê li erdê veketin.
Hat ragihandin, di balafirê de tu kes birîndar nebûye, bi sedan seferên balafirê li 3 balafirgehên eyaleta Sînaloayê hatine betalkirin.
Di pevçûnan de herî kêm 2 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn.
Rayedarên herêmê hişyarî dan gel ku ji malên xwe dernekevin.
El Chapo di sala 2019an de ji ber sûcên bazirganiya narkotîkê û şûştina pereyan bi cezayê hepsê hat mehkûmkirin.
Rayedarên Meksîkayê ragihandin, ji bo sîxuriyê li ser Ovidio jî ji Amerîkayê alîkarî wergirtine û Ovîdîoya ku hatiye binçavkirin birin cihekî ewle li bajarê Meksîko.
Ovidio jî di sala 2019an de hatibû binçavkirin û piştî tundiya alîgirên xwe hatibû berdan.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden, wê hefteya bê serdana Meksîko City bike.
Karbidestên Amerîkî texmîn dikin ku Ovidio û birayê wî Joaquin mehane di navbera 1,3-2,2 ton tiryakê de li 11 laboratuarên metamfetamîn çêdikirin û dibirin Dewletên Yekbûyî.
Di Kanûna Pêşîn de, Amerîkayê soz da 5 mîlyon dolar ji wan kesên ku agahdarî dane, da ku alîkariya girtina Ovidio û sê birayên wî bikin. (Çavkanî: BBC)

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin