Mehmûd Osman: Barzanî xwedan roleka girîng e di çareserkirina pirsgirêkan û lihevanîna partiyan de
PeyamaKurd - Siyasetmedarekî kurd dibêje, Barzanî çi serokê Herêma Kurdistanê be çi serok nebe rol û pêgeha wî mezin e.
Duh Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) piştî gelek hevdîtin û gotûbêjan li ser pêkanîna hikûmetê gihîştin rêkeftinê.

Siyasetmedarê navdar ê kurd Dr. Mehmûd Osman li ser rola Serok Mesûd Barzanî di çareserkirina pirsgirêkan û lihevanîna partiyan de ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, helbet rola kak Mesûd Barzanî di wê mijarê de gelekî mezin û girîng e.
Dr. Mehmûd Osman her wiha gotiye, ev jî nîşan dide ku Barzanî çi serokê Herêma Kurdistanê çi serok nebe, dikare xwedan roleka mezin û girîng be di çareserkirina pirsgirêkan û lihevanîna partiyan de.
Wî siyasetmedarê kurd daye xuyakirin ku rêkeftina PDK û YNKê tiştekî gelekî baş e û gotiye, rêvebirina Kurdistanê li ser milê wan partiyan e ji ber wê jî lazim e ew du partî her dem bi hev re kar bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin