Medyaya PKKê: HPGê ji bo Pêsmerge zêdetir bi pês ve neyên guleyên hisyariyê teqandine

05 hezîran 2021 14:32
Medyaya PKKê: HPGê ji bo Pêsmerge zêdetir bi pês ve neyên guleyên hisyariyê teqandine

PeyamaKurd – Medyaya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li ser êrîşa hêzên Pêşmerge mikur hat û eşkere kir, teqe li Pêşmergeyan kirine.

Li gor medyaya ser bi Partiya Karekerên Kurdistanê (PKK), vê sibê di saet 04:00ê de, moşekek arasteyî Pêşmerge kirine, lê ew vê êrîşê weke guleyên hişyariyê bi nav dikin.

Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek li êrîşa Pêşmerge dabû û diyar kiribû: ''Vê sibê 5ê Hezîrana 2021ê, hêzeke Pêşmerge di dema bicihanîna erkekî serbazî de li Çiyayê Metîna yê li navçeya Amêdî, bi mebesta parastina xelk û gundên vê navçeyê û vegerandina asayîşê bo deverê, ji aliyê hêzeke PKKê ve kemînek bo wan hatiye danîn, di encamê de pênc Pêşmerge şehîd bûn û çar Pêşmerge jî birîndar bûn.

Berî niha jî me hişyarî dabû ku di egera rûdana bûyerên bi vê şêweyê de divê her kes rêz li sînorê Herêmê bigrin û asayîş û seqamgîriya Herêma Kurdistanê nexin metirsiyê.''

PKK