Medyaya Îranê:Helîkoptera Amerîkî ya ku li pîlotê firokeyê digeriya, hate xistin

03 nîsan 2026 19:25

Medyaya Îranê ragihand ku helîkoptereke Amerîkî ya ku beşdarî operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo dîtina pîlotê firokeya şer a F-35 a Amerîkî bû hate xistin.

Medyaya Îranê:Helîkoptera Amerîkî ya ku li pîlotê firokeyê digeriya, hate xistin

RûpelNews - Ajansa Nûçeyan a Mehr a nîv-fermî ya girêdayî Îranê ragihand ku helîkoptereke Amerîkî hatiye armancgirtin  lê derbarê bûyerê de ti hûrgiliyên din  parve nekir. Di nûçeyê de hat gotin ku wêneyên ku tê îdiakirin helîkoptera ku hatiye xistine nîşan didin jî hatine weşandin.

Îranê îdia kiribû ku F-35ek hatiye xistin

Di heman demê de, Supaya Pasdaran, ragihandibû ku firokeyeke şer a F-35 li beşa navendî ya welêt ji aliyê sîstemên parastina hewayî ve hatiye xistin. Medyaya Îranê her wiha wêneyên ku tê îdiakirin firokeya xistî nîşan didin, belav kiribûn.
Di vîdyoyên ku hatine belavkirin de nivîsa "Hêzên Hewayî yên DYA'yê li Ewropayê" ya ku li ser bermahiyên dûvika helîkopterê di dîmenan de diyar dibe, dişibe nîşanên ku li ser firokeyên F-15 Eagle tên bikaranîn.

Hat ragihandin ku aliyê Amerîkî hewl dabû ku bi helîkoptereke Black Hawk û firokeyeke veguhestinê ya leşkerî ya C-130 operasyonên lêgerînê pêk bîne ji bo rizgarkirina pîlot, lê li gorî agahiyan ev hewldan bi ser neketin.