Medyaya Îranê: Dorpêça li ser Tengava Hurmuzê radibe
Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku li ser pêşnûmeya peymaneke destpêkê ya nefermî ya ji bo bidawîkirina pevçûna di navbera Tehran û DYAyê de lihevkirinek pêk hatiye. Li gorî raporê, Îran dê di nav mehekê de çûnûhatina keştiyên bazirganî ya li ser Tengava Hurmuzê vegerîne asta beriya şer.
RûpelNews - Li gorî rapora medyaya Îranê, di pêşnivîsa peymana yekem a nefermî ya ku tê payîn di navbera Tehran û Washingtonê de were îmzekirin de tê gotin ku dorpêça DYAyê ya li ser Tengava Hurmuzê dê bi dawî bibe.
Ajansa Reutersê ragihand ku televîzyona dewleta Îranê pêşnivîsa çarçoveya peymana yekem a nefermî ya ji bo bidawîkirina pevçûna di navbera Tehran û DYAyê de bi dest xistiye.
Li gorî pêşnivîsê, Îran dê di nav mehekê de çûnûhatina keştiyên bazirganî ya di Tengava Hurmuzê re vegerîne asta beriya şer. DYA jî, dê hêzên xwe yên leşkerî ji derdora Îranê vekişîne û dorpêça deryayî rake.
Bêyî piştrastkirin ti gavên berbiçav nayên avêtin
Çapemeniya Îranê diyar kir ku peymana çarçoveyê, ku keştiyên leşkerî li derveyî xwe dihêle û pêşbînî dike ku Îran bi hevkariya Omanê rêveberiya çûnûhatina keştiyan a di tengavê re bike, hêj nehatiye temamkirin û Tehran dê bêyî 'piştrastkirina berbiçav' ti gavan neavêje.
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku eger di nav 60 rojan de lihevkirineke dawî pêk were, ew dikare ji aliyê Encûmena Ewlekariyê ya NYê ve wek biryarnameyeke girêdar were pesendkirin.
Memorandûma Lihevkirinê ya nû ya di navbera DYA û Îranê de, li ser bingeha danûstandinên nerasterast e ku piştî şerê ku di meha Sibatê de dest pê kiribû, hatibûn destpêkirin.
Pakistan di navbera Tehran û Washingtonê de roleke navendî ya navbeynkariyê dilîze. Piştî êrîşên di navbera Îran û Îsraîlê de di destpêka îsal de, her du aliyan bi êrîşên mûşekî û dronî bersiv dan ku çûnûhatina keştiyan li Tengavê asteng kir.
