Medya Tirkiyê: 2 general û albayekî Sûriyê hatin kustin

01 adar 2020 00:43
Medya Tirkiyê: 2 general û albayekî Sûriyê hatin kustin

PeyamaKurd- Leşkerên Tirkiyê êrîşên xwe yên li Sûriyê dewam dike. Artêşa Tirkiyê piştî ew çend leşkerên Tirkiyê hatin kuştin, êrîş kir ser leşkerên Sûriyê û 2 generalên Sûriyê û albayekî kuştin. SMO jî 8 gundan ji destê hêzên Sûriyê derxistiye.

Hat ragihandin ku li bajarê Hamayê, artêşa Tirkiyê bi roketên Kasırga û Borayê ku giraniya wan 500 kîlo ye, li hêzên rejîma Sûriyê daye û her 2 general û albayekî ji aliyê dronên Tirkiyê de hatine kuştin. Navên wan, tûxgeneral Burhan Rahmun, tûxgeneral Îsmaîl Elî û albay Mazen Ferwati ye.

Di êrîşê de li 200 ciyan zêdetir hatiye xistin û sîstema parastina hewayî ya malê Rûsyayê ku artêşa Sûriyê bikar dianî ya bi navê Panstir 1 hatiye îmhakirin. Her weha li dezgeya herbê ya kîmyewî jî xistine ku dikeve başûrê Helebê bi 13 km yan.