Medya Tirk: 118 çekdarên SMO hatin kustin, 417 jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Li gorî amarên ku medya tirk belav kirine ji destpêka êrîşên artêşa Tirkiyê çekdarên tundrew ên bi navê Artêşa Sûriya Netewî (SMO) ji 9ê Cotmehê ve, 118 çekdarên SMO di şerê dijî hêzên Kurd de li Rojavayê Kurdistanê hatine kuştin.
Li gor amarên ku medya tirk dispêre fermandarên SMOyê, heta niha 118 çekdar hatine kuştin û hejmara birîndarên wan jî gihîştiye 417 kesan.
Wekî tê zanîn, çekdarên SMOyê ku gelek komên tundrew ên cîhadî di nav xwe de vedihewînin li pêş leşkerên Tirkiyê êrîşan dibin ser hêzên Kurd û wekî mînaka Efrînê bi dizî, talan, îşkence, kuştin û revandina xelkê sivîl têne naskirin.
Niha jî ji ber kiryarên wan ên dikevin çarçoveya tawanên şer, li qada navnetewî lêkolîn li ser wan çekdaran hatine destpêkirin ku rayedarên Amerîkî jî ragihandibûn ku berpirsiyarê wan kiryaran û tawanên şer Tirkiye ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin