Medya Rûsî: 20 balafirên ser ên Rûsî li Qamislo hatin bicihkirin

01 mijdar 2021 18:26
Medya Rûsî: 20 balafirên ser ên Rûsî li Qamislo hatin bicihkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rûsyayê 20 balafirên şer şandine bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê û li baregeha rûsî ya li bajêr hatine bicihkirin.

Li gor malperên nêzî Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê îdîa dikin ku piştî gefên Tirkiyê yên ji bo destpêkirina operasyoneke nû di nav axa Sûriyê de û êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê, Rûsyayê 20 balafirên şer şandin Sûriyê û li baregaha Rûsî ya li Qamişlo hatin bicihkirin.

Li gorî nûçeyan Rûsyayê 4 balafirên MiG-29, 5 balafirên Su-35 û 12 balafirên Su-34 li baregeha hewayî ya Rûsî ya Qamişlo hatine bicihkirin.

Herwiha çavkaniyan diyer kiriye ku herî kêm 2 helîkopterên êrîşkar ên ji cureya Ka-52 jî li baregeha hêzên esmanî ya Rûsyayê li Qamişlo hatine dîtin.

Medya Rûsî daye xuyakirin ku ew balafir ji nav axa Rûsyayê bi rêya esmanê Îran û Iraqê re derbasî axa Sûrî bûne.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê heta niha derbarê vê mijarê de daxuyaniyeke fermî nedaye.