Medya Îsraîlê: Ji bo êrîseke nû bi ser Îranê de amadekarî tê kirin
29 cotmeh 2024 21:07
PeyamaKurd - Medya Îsraîlê radigihîne ku Îsraîl piştî êrîşa bersivdana moşekên balîstîkî yên Îranê niha jî ji bo bersiva êrîşa dronî ya ser mala Serokwezîr Binyamîn Netanyahû amadekariyan dike.
Li gorî medya Îsraîlê, niha lêkolîn ji bo bersivdana êrîşa dronî ya ser mala serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû têne kirin ku tê gotin, ew êrîş bi fermana Îranê hatiye kirin.
Hêjayî gotinê ye, balafirên şer ên Îsraîlê roja Şemiya borî wekî bersivdana êrîşa 1ê Cotmehê ya Îranê bi ser Îsraîlê de, êrîşî bingehên leşkerî yên Îranê li Tehran, Xuzistan û Îlamê kiribû. Di êrîşan de herî kêm 5 leşkerên Îranê jî hatibûn kuştin û berpirsên Îranê cardin gotibûn, dê bê bersiv nemîne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Medya Amerîkî: Îsraîlê êrîseke tolhildanê li ser Îranê kir!
19 nsn 2024
Jiyan
Artêsa Îsraîlê xwe li hemberî êrîseke mihtemel a Îranê amade dike
06 rbn 2025
Rojhilata Navîn
Îdia: Trump destûra lêdana Îranê bi fermî daye Îsraîlê
05 rbn 2026
Rojhilata Navîn
Îsraîlê piştevanî da xwepêşanderên Îranê
02 rbn 2026
Teknoloji

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin