Medya Erebî: Nediyar e Konferansa Dîyaloga Nistimanî ya Sûriyê kengî pêk tê
PeyamaKurd – Rojnameya Şerqul Ewset a Erebistana Siûdî bi zarê 5 çavkaniyan ragihand ku tevî ku Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) ya rêveberiya demkî ya Sûriyê soz daye Konferansa Dîyaloga Niştimanî ya Sûriyan bîne cem hev li dar bixe jî hêj dîrokek ji bo wê konferansê nehatiye diyarkirin.
Li gorî nûçeyê, komên opozîsyona Sûriyê ji ber nebûna şefafiyXê rexneyê li rêveberiya bi pêşengtiya HTŞê ya Şamê dikin.
Çavkaniyên Wezareta Enformasyonê ya Sûriyê jî derbarê konferansê de dane xuyakirin, di rêveberiya nû de du dîplomat hewldanên plansaziya Konferansa Dîyaloga Niştimanî birêve dibin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku ji bo konferansê vexwendinên fermî li aliyan nehatine kirin, lê rayedar bi hin navan re danûstandinê dikin.
Dezgehên ragihandinê yên Sûriyê beriya niha ragihandibûn ku wê konferansa navborî di 4-5ê meha Çile de bê lidarxistin û bi qasî 200 nûnerên siyasî û etnîkî yên Sûriyê beşdariyê bikin. Lê belê heta niha dema wê konferansê û aliyên beşdar eşkere nebûne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin