Medya Erebî: Hizbullaha Lubnanê êdî agirbesteke bêyî sertê Xezeyê dixwaze
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî Îsraîlê di demên dawî de derbên giran li Hizbullaha Lubnanê dan, şertên xwe yên bo pêkanîna agirbestê jî guhertin.
Li gorî nûçeya rojnameya El Beyan ku encamên êrîşên Îsraîlê yên li dijî Hizbullahê hatiye nirxandin hate gotin ku Hizbullahê behsa kiriye girêdana bi Xezeyê re qut bike.
Rojnameyê bi bîr xist ku Hizbullah ji şertên xwe yên berê vekişiya ye û ji bo agirbesta li Lubnanê êdî agirbestê li Xezeyê nake şert.
Ev nirxandin piştî axaftina cîgirê sekreterê giştî yê Hizbullahê Naîm Qasim a hefteya borî hatiye kirin ku tê gotin, ew daxuyanî jî piştrast dike ku qet behsa Xezeyê nehatibû kirin.
Beriya êrîşên Îsraîlê yên berfireh ku bi kuştina Hasan Nasrallah re dest pê kirin, Hizbullahê gotibû bêyî agirbesta li Xezeyê ew ti agirbestan qebûl nakin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin