Medvedev, di derbarê YE û Amerîkayê de îdiayên balkês kir

27 berfanbar 2022 18:00
Medvedev, di derbarê YE û Amerîkayê de îdiayên balkês kir

PeyamaKurd- Alîkarê Serokê Konseya Ewlekariyê ya Rusyayê Dmitriy Medvedev pêşbînî kir ku di sala 2023yan de Yekîtiya Ewropayê (YE) dê belav bibe û dê li Amerîkayê şerê navxweyî derkeve.

Medvedev di pêşbîniyên xwe de bi îdiyaên balkêş hin nirxandin kirin û got,

"Her kes hez dike ku beriya sala nû pêşbîniyan bike. Gelek kes di hîpotezên siberojê de pêşbaziyê dikin ku ya herî nediyar û heta absurd pêşkêş bikin. Werin em jî tevkariyê bikin." 

Dmitriy Medvedev di 'pêşbîniya siberojê' ya sala 2023yan de îdia kir ku buhayê petrolê dê bibe 150 dolar, nirxê hezar metrekup gazê dê bibe 5 hezar dolar, Yekîtiya Ewropayê dê hilweşe. Li Amerîkayê dê şer dest pê bike û Elon Musk dê di hilbijartinan de bi ser bikeve.

Medvedev diyar kir ku Brîtanya dikare vegere Yekîtiya Ewropayê û dê Yekîtiya Ewropayê ji hev belav bibe û dê ewro wekî pereyê berê yê YEyê bê betalkirin.

Dmitriy Medvedev da zanîn ku li Amerîkayê pêkan e şerekî navxweyî çêbibe ku bibe sedema veqetandina Kalîforniyayê û Teksasê ji bo eyaletên cuda. Medvedev îdia kir ku Elon Musk jî dê li hin eyaletên ku ji bo Komarparêzan hatine tehsîskirin, bibe serok.