Meclîsa Tobrûkê ya Libyayê banga destwerdana bilez li Misirê kir
PeyamaKurd – Meclîsa Nûneran a Tobrukê ku li Rojhilatê Libyayê ye û girêdayî hêzên General Hefter e, bangewazî li Misirê kir ku li hember amadekariya êrîşa hêzên hikûmeta Wîfaq a bi piştevaniya Tirkiyê, bilez destwerdana leşkerî bikin.
Ev daxuyanî piştî ku hikûmeta Serac a Trablûsê ya bi piştevaniya Tirkiyê amadekariyên êrîşa ser Sirte û Cufrayê dike hat dayîn ku Tirkiyê jî dabû xuyakirin, heta Hefter ji Sirte û Cufrayê venekişe agirbest çênabe.
Di daxuyaniya nivîskî ya Meclîsa Nûneran a bi seroktiya Akîle Salih de de hatiye gotin, ew daxuyaniyên Abdulfettah Sîsî yên derbarê destwerdana leşkerî ya rewşa Libyayê de bi kêfxweşî pêşwazî dikin.
Herwiha hat gotin, “Em wek parlamena Libyayê banga destwerdana bilez ji Misirê dikin daku ewlehiya netewî ya Libyayê biparêze. Em ji artêşa Misirê li hember vê rewşa ku ewlehiya herdu welatan dixe metirsiyê, banga destwerdana bilez dikin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin