Meclisa Îranê bi fermî CENTCOM xist lîsteya terorê
PeyamaKurd - Meclisa Şêwira Îslamî ya Îranê, bi fermî Fermandariyê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) xist lîsteya rêxistinên terorî.
Piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku bi fermî Artêşa Pasavanên Şoreşa Îranê xist nav lîsteya rêxistinên terorê yên biyanî, Meclisa Şêwira Îslamî ya Îranê jî li hemberî vê yekê biryar da ku li hemberî 4 dengên ‘NA’ 173 dengên ‘ERÊ’ bi fermî CENTCOM xistiye lîsteya rêxistinên terorî.
Di yasaya ku ji aliyê parlementeran ve hatiye erê kirin de ev tişt hatin gotin:
“Amerîka sebaret berjewendiyên herêmî û navdewletî, bi awayekî ku li dijî qanûnên Amerîkauy û hiqûqa navdewletî ye, Artêşa Pasavanên Şoreşa Îranê ku bi Makezagona Îranê ya xala 150î wekî beşek ji beşên hêzên parastina Îranê ye xistiye nav lîsteya rêxistinên terorê yên biyanî. Ev biryar li ber çavan hatiye wergirtin û li hemberî vê gavê Meclisa Şêwira Îslamî ya Îranê, bi fermî Fermandariyê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) xist lîsteya rêxistinên terorî. Herweha hemû kesên ku di warê darayî, teknîkî, îstîxbarî, perwerdehî, leşkerî, xizmetguzarî û hemû cure alîkariyê didin CENTCOMê dê wekî piştgiriya rêxistinên terorî û çalakiyê terorî dikin, bihên qebûlkirin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin