Meclîsa Efrînê ya Herêmî xebatên xwe dane sekinandin!
PeyamaKurd- Meclîsa Efrînê ya Herêmî ya girêdayî Rêvebiriya Rojavayê Kurdistanê, ji ber zilm û zora çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê, biryar da ku xebatên xwe bide sekinandin.
Meclîsa Efrînê ya Herêmî daxuyaniyek da û got ku Artêşa Azad a Sûriyê zilm û zextên xwe li ser gelê Efrînê zêde kirine. Divê hêzên çekdar ji herêmê werin derxistin. Em jî li dijî van geşedanan xebatên xwe didin sekinandin.
Li gorî çavkaniyên herêmî “Tugayên Sultan Murad û Yekîneyên Ahrar El-Şarqiyê li dijî gelê herêmê zilmeke mezin dimeşînin. Malên xelkê talan dikin û bi zorê pereyan ji wan distînin.
Meclîsa Efrînê ya Herêmî di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku heta ev zilm û zor dewam bike, ew dest bi xebatên xwe nakin. Duh Saziyên Civaka Sivîl li dijî vê zilm û zorê greva birçîbûnê dabûne destpêkirin. Saziyên Civaka Sivîl eşkere kirin ku divê hêzên çekdar ji herêmê werin derxistin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin