McGurk: Amerîka bi ti awayî ji Rojhilata Navîn dernakeve

21 mijdar 2021 19:22
McGurk: Amerîka bi ti awayî ji Rojhilata Navîn dernakeve

PeyamaKurd – Şêwirmendê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê di Konseya Ewlekariya Amerîkayê de, Brett McGurk li Forûma Dîyaloga Menama 2021 (IISS Manama Dialogue 2021) ya li Behreynê ku asayîşa Rojhilata Navîn tê de tê gotûbêjkirin, gotarek pêşkeş kir.

Brett McGurk di axaftina xwe de destnîşan kir ku Amerîka bi ti awayî ji Rojhilata Navîn dernakeve û behsa girîngiya Rojhilata Navîn a ji bo Amerîkayê kir.

Brett McGurk red kir ku Amerîka Rojhilata Navîn bicih dihêle û destnîşan kir, “Amerîka bi ti cihekî ve naçe” û got: “Amerîka girîngiyeke zêdetir bi Rojhilata Navîn dide.. Amerîka pabend e bi berevanîkirina hevbeşên xwe.”