Mazlûm Ebdî: Em bi rejîmê re rêveberiya nenavendî ya siyasî nîqas dikin
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) got ku ew xeta stûr a bi Hikûmeta Sûriyê re nîqaş dikin û da xuyakirin, “Ev jî nenavendiya siyasî û tevlîbûna HSDê weke saziyeke leşkerî ye.”
Fermandarê Giştî yê HSDê teqez kir ku gelê Kurd di nav Sûriyê de xwedî maf e û divê mafên wan werin misogerkirin.
‘Em rêveberiyeke nenavendî ya siyasî dixwazin’
Mazlûm Ebdî di hevpeyvînekê de destnîşan kir ku daxwaza wan naskirina taybetmendiya HSDê û ne navendiya siyasî ye û got, “Rêveberiya Xweser rastiyeke li ser erdê ye û ji bo çareseriyê baştirîn proje ye.”
‘70 heta 80 hezar şervanên HSDê hene’
Ebdî wiha axivî: “Hejmara şervanên HSDê 70 heta 80 hezarî ye. HSD bi vê hêjmarê dikare di nava Artêşa Sûriyê de 2 yan jî 3 feyleqan ava bike û weke saziyeke leşkerî di pergala parastinê de were qebûlkirin.”
‘Divê mafên Kurdan di destûrê de werin misogerkirin’
Ebdî bal kişand ser mafê gelê Kurd û diyar kir, “Gelê Kurd xwedî maf e û divê di destûrê de mafên wan werin misogerkirin. Tewanbariyên rêjîmê, krîzê kûr dikin û berovajî wê divê daxuyaniyên rejîmê li gorî berjewendiyên yekîtiya Sûriyê bin.”
‘Rûsya baş dizane ku wê bi tevlîbûna HSDê artêşa Sûriyê bihêz bibe’
Fermandar Mazlûm Ebdî herwiha da zanîn ku Rûsya baş dizane bi tevlbûna HSDê re wê Artêşa Sûrî bi hêz bibe û niha jî ew weke HSD dixwazin bi Hikûmeta Sûrî re bighîjin lihevkirinekê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin