Mazlûm Ebdî bi Encûmena Rûspiyan re civiya
04 berfanbar 2023 02:51
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bi şandeyeke Encûmena Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re civiya.
Di civînê de Hevserokê Partiya Yekîrtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim jî amade bû.
Mazlûm Ebdî û rûsipiyên beşdar pêşhatên siyasî û leşkerî li navçeyê gotûbêj kirin.
Herwiha di wê civînê de êrişên hêzên Tirkiyeyê li navçeyên Rêveberiya Xweser û bandora şerê Xezeyê hat gotûbêjkirin.
Di heman demê de Mazlûm Ebdî û şandeya Encûmena Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevr e behsa rewşa îdarî û xizmetguarî ya navçeyê kirin.
Wan bi taybetî jî zererên ku gihiştine jêrxaneya herêmê û wêstgehên av, elektrîk û bîrên petrolê nirxandin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Kurdistan
Mazlûm Ebdî û Barrack li Hewlêrê civiyan
17 rbn 2026
Cîhan
Mazlûm Ebdî bi serokê esîrên Kurd ên Hemayê re civiya
25 sbt 2025
Rojhilata Navîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin