Mayinek teqiya: 6 leskerên hêzên Hikumeta Samê hatin kustin û birîndarkirin

15 gulan 2021 14:30
Mayinek teqiya: 6 leskerên hêzên Hikumeta Samê hatin kustin û birîndarkirin

PeyamaKurd – Li bejahiyê Dêra Zorê, mayinek ji bermahiyên DAIŞê teqiya û di encamê de, 6 leşkerên hêzên Hikumeta Şamê hatin kuştin û birîndarkirin.

Li gor Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirova diyar kir, do li başûrê bejahiya Dêra Zorê, mayinek ji bermahiyên terorîstên DAIŞê teqiya.

Herwiha Çavdêriyê da zanîn, di encama teqînê de, 2 leşkerên hêzên Hikumetê hatin kuştin û 4 birîndar bûn.