Matthew Miller: Hizbullaha Lubnanê ji ber derbên xwarine daxwaza agirbestê dike
09 cotmeh 2024 21:01
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand ku Hizbullaha Lubnanê ji ber derbên ku di çend rojên dawî de lê ketine, daxwaza agirbestê dike.
Matthew Miller, di civîna rojnamevanî de got: “Daxwaziya Hizbullahê ji bo sekinandina şer dide xuya ku ew kom di bin guvaşê de ye û bi berdewamî derbe lê dikevin.”
Miller diyar kir: “Salek bû ku cîhanê daxwaza vê agirbestê dikir lê Hizbullahê ev erê nedikir û niha ku Hizbullah ketiye bin guvaşê û bi berdewamî derbe derban dixwe, ji nişkêve guherî ye û li pey agirbestê ye”.
Berpirsê Amerîkî got ku Amerîka wekî berê niha jî li pey rêçareyên dîplomatîk e.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Hikûmeta Iraqê Hizbullaha Lubnanê û Hûsiyên Yemenê xistin lîsteya terorê
04 brf 2025
Jiyan
Ji Hizbullaha Lubnanê daxuyaniya Sûriyê
06 brf 2024
Cîhan
Pistî avêtina mosekan Îsraîlê baregeha Hizbullaha Lubnanê bombebaran kir
25 adr 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin