Mark Milley, ji bo Rojava axivî: Diviyabû min bikira!

16 adar 2023 19:00
Mark Milley, ji bo Rojava axivî: Diviyabû min bikira!

PeyamaKurd- Sererkanê Artêşa Amerîkayê General Mark Milley, di derbarê serdana xwe ya bo Rojava û Suriyeyê de got ku “Xîlafeta IŞÎDê hat rûxandin, lê hîn bermahiyên rêxistinê li wê dere hene. Li wê derê hîn kamp û girtîgeh hene. Ez neçar bûm ku vê yekê bikim.”

General Mark Milley, di serdana xwe ya Rojava û Suriyeyê de got, "Serdana min ji bo kontrolkirina armanc û erkê, tiştên ku me dikirin, tiştên wekî parastina hêzê, ji bilî serdaneke asayî ya leşkeran pê ve ne tiştekî din bû. Bi qasî 100 leşkerên me li Suriyeyê hene.”

Generalê Amerîkî armanca çûyîna xwe ya herêmê, bi vî awayî rave kir û got, "Di metirsiyê de ne. Dem bi dem ji aliyê komên cuda ve bi cebilxaneyên cuda rastî êrîşan tên. Ez çûm min lêkolînê kir. Ez çûm ku bibînim bê ka erk bi cih hatiye yan na û ez rapor bikim ka ew çi dikin."

Milley diyar kir ku di têkbirina IŞÎDê de berjewendiyên hevpar ên Tirkiye û Amerîkayê hene û wiha got: "Ji bo wî gelekî guncav e ku serdana hêzên di bin xetereyê de bike."

Mark Milley, di derbarê şandina balafirên şer ên F-16 a ji bo Tirkiyeyê de jî wiha axivî:

"Tirkiye, hevalbendê NATOyê ye û pêwendiyeke me ya dirêj û bihêz bi Tirkiyeyê re heye. Em hemû hewil didin ku heta ku ji destên me tê, ev yek berdewam be. Ji bo me gelek girîng e ku di navbera hevkarên me yên NATOyê de hevgirtin berdewam be. Ev yek dê her tim bibe mijar. Lê dîsa jî divê ez destnîşan bikim ku Tirkiye hevkarekî gelek bi nirx e. Ji bo xurtkirina pêwendiyên xwe, çi ji destên me bê em ê bikin."