Mardîn 1969 Spor derbasî Lîga 1. bû

09 gulan 2026 19:27

Mardîn 1969 Spor, ku li hember Muşsporê lîst, 2-1 bi ser ket û derbasbûna xwe ya Lîga 1. misoger kir.

Mardîn 1969 Spor derbasî Lîga 1. bû

RûpelNews - Di fînala Koma Sor a Play-Off a Lîga Duyemîn a Nesine de, Mardîn 1969 Spor û Muşspor li Stadyuma Diyarbakirê hatin beramber hev.

Mardîn 1969 Spor di deqîqeya 24an de gol avêt û bi serkeftina 1-0 çû navbera nîveka yekem.

Di deqîqeya 61an de, tîma Mêrdînê gölek din jî avêt û skor bû 2-0.

Di deqîqeya 73yemîn de, Muşspor ferq daxist 2-1ê, lê di maçê de ti golên din nehatin tomarkirin.

Bi serketina maçê bi 2-1, Mardîn 1969 cara yekem di dîroka xwe de bilindbûna xwe bo Lîga 1emîn misoger kir.