Manîfestoya êrişkarê Trump: Lîsteya "lêborîn" û "hedefan" a Cole Allen

26 nîsan 2026 21:01

Manîfestoya Cole Allen ê ku di şîva Komeleya Nûçegihanên Qesra Spî de hewl dabû êrişî Donald Trump bike û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû bêbandorkirin, hat weşandin.

Manîfestoya êrişkarê Trump: Lîsteya "lêborîn" û "hedefan" a Cole Allen

RûpelNews - Allen di metnê de sedemên çalakiya xwe rêz kirine û îdia kiriye ku ji bo hêzên ewlehiyê "rêzikên angajmanê" diyar kirine. Di metna ku tê gotin beriya hewildana êrişê hatiye amadekirin de, êrişkar Cole Allen bi lêborîna ji malbat û hawirdora xwe dest bi peyama xwe dike.

Allen destnîşan dike ku ew hemwelatiyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DZA)yê ye û diyar dike ku kiryarên nûnerên wî wî bixwe jî nîşan didin. Allen li dijî Donald Trump tohmetên giran dike û dibêje, "Ez ê êdî nehêlim destên min pîsî van sûcan bibin."

Plana pevçûnê û lîsteya hedefan

Beşa herî balkêş a manîfestoyê ew plan in ku gumanbar di bin sernavê "rêzikên angajmanê" de kom kirine. Allen bi hûrgulî diyar dike ka dê kîjan hêzên ewlehiyê, ji ajanên Servîsa Veşartî (Secret Service) heta ewlehiya otêlê, çawa bike hedef. Her wiha îdia dike ku ji bo kêmkirina windahiyên sivîl, wî cebilxaneyeke taybet hilbijartiye.

Metna tam a manîfestoya ku tê gotin a êrişkar Cole Allen e wiha ye:

“Silav ji her kesî re!

Dibe ku min îro ji bo gelek kesan surprîzeke mezin çêkiribe. Berî her tiştî, ez dixwazim bi lêborîna ji her kesê ku min baweriya wan bı xirabî bikar aniye dest pê bikim.

Ez lêborînê ji malbata xwe dixwazim ku min ji wan re gotibû hevpeyvîna min ya kar heye û min negotibû ku ev mijar bi “Most Wanted” (Lîsteya sûcdarên herî zêde ji aliyê polîsan ve tên lêgerîn.) re têkildar e.

Ez lêborînê ji hevkar û xwendekarên xwe dixwazim ku min ji wan re gotibû rewşeke min a lezgîn a kesane heye (dema ku kesek vê bixwîne dibe ku bi rastî jî hewce bike ez herim beşa lezgîn, lê ji ber ku min bi destê xwe ev aniye serê xwe, zehmet e ku ez bibêjim "rewşa lezgîn a kesane").

Ez lêborînê ji her kesê ku min bi wan re rêwîtî kiriye, ji hemû xebatkarên ku barê min hilgirtine û ji hemû mirovên li otêlê yên ku ne hedef bûn lê min ew xistine xetereyê, dixwazim.

Ez lêborînê ji her kesê ku beriya min rastî îstîsmarê hatiye û/an hatiye kuştin, ji yên ku beriya min êş kişandine û ji her kesê ku dibe ku piştî vê êşê bikişînin (çi ez bi ser bikevim çi na), dixwazim.

Ez li benda lêborînê nînim; lê belê eger min rêyeke din bidîta ku ez ewqas nêzîkî vê bibim, min ê ew hilbijarta. Ez dîsa lêborînên xwe yên ji dil pêşkêş dikim.

Derbarê sedema van hemûyan de:

Ez hemwelatiyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê me.

Tiştên ku nûnerên min dikin, min bixwe jî nîşan didin.

Û ez êdî nehêlim ku pedofîl, tecawizkar û xayînek destên min pîsî sûcên xwe bike.

(Bi rastî ez demeke dirêj berê jî ne razî bûm, lê ev yekem fersenda rastîn bû ku ket destê min.)

Dema ez nîqaşa vê dikim, bila ez rêzikên angajmanê yên ku ez li bendê me jî rave bikim (dibe ku formateke xirab be, lê ez ne esker im, îdare bikin.)

Rayedarên rêveberiyê (ji bilî birêz Patel): hedef in, li gorî rêza rûtbeyan ji ya herî bilind heta ya herî nizm.

Servîsa Veşartî (Secret Service): Tenê eger hewce bike dê bibin hedef û eger gengaz be dê bi awayekî ne kujer bên bêbandorkirin (yanî ez hêvî dikim ku êleka guleparêz li wan be, ji ber ku gulebarana bi tifinga pompayî ya li sîngê, mirovên bê zirh dixe rewşeke gelekî xirab).

Ewlehiya otêlê: Eger gengaz be ne hedef in (yanî heta ku guleyan li min neresînin).

Polîsên Kapîtolyûmê (Capitol Police): Heman wekî ewlehiya otêlê.

Pasdarên Neteweyî (National Guard): Heman wekî ewlehiya otêlê.

Xebatkarên otêlê: Bi qetî ne hedef in.

Mêvan: Bi qetî ne hedef in.

Ji bo kêmkirina windahiyên sivîl, ez ê li şûna 'slug'an (guleyên tîkane), 'buckshot'an (guleyên wekî saçme) bikar bînim (di dîwaran de kêmtir derbas dibin).

Dîsa jî ji bo gihîştina hedefan, eger bi rastî hewce bike, ez ê di ser gelek kesên li vir re derbas bibim (ji ber ku piraniya wan bi daxwaza xwe beşdarî axaftina pedofîl, tecawizkar û xayînekî bûne û bi vî awayî wekî şirîkên sûc tên dîtin), lê ez bi rastî hêvî dikim ku kar negihîje wê astê.”