Mamosteya Kurdî Zara Mihemedî pistî du hefteyan dîsa vegeriya girtîgehê
08 tebax 2022 23:14
PeyamaKurd - Mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihemedî ku ji ber dayîna dersên Kurdî bi 5 sal cezayê girtîgehê hatibû sizadan, li ser wefata bavê xwe bi awayekî demkî hatibû berdan.
Hat ragihandin ku Zara Mihemedî, doh 7ê Tebaxê piştî wefata bavê wê Îbrahîm Mihemedî bi du hefteyan vegeriya Gîrtîgeha Sine ya li Rojhilatê Kurdistanê.
Zara Mihemedî sala 1990an ji dayik bûye û di heman salê de diya wê wefat kiriye û ji aliyê bavê xwe ve hatiye mezinkirin.
Mamosteya Kurd Zara Mihemedî ji ber ku xwest zarokan fêrî zimanê kurdî bike, ji aliyê Dadgeha Sinê ya rejîma Îranê ve bi 5 salên girtîgehê hatiye sizadan.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Rojhilat | Bavê Mamosteya Kurdî ya girtî Zara Mihemedî çû ser dilovaniyê
24 trm 2022
Cîhan
Ji bo Mamosteya Kurdî Zara Mihemedî tu jî îmze bike!
11 rbn 2022
Magazîn
'Xelata Mamosteya Kurdî Zara Mihemedî' tê dayîn
10 rbn 2022
Aborî

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin