Malikî: "Emê ligel aliyên Kurdistanê dest bi pêvajoya siyasî bikin"

23 gulan 2018 01:54
Malikî: "Emê ligel aliyên Kurdistanê dest bi pêvajoya siyasî bikin"

PeyamaKurd - Piştî civîna şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li gel Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî, Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand: “Em dixwazin saziyên dewletê dirust bikin.” Nûrî Malikî jî diyar kir: “Li gel PDK û aliyên siyasî yên Kurdistanê em dest bi pêvajoya siyasî dikin.”

Şanda PDKê piştî Muqteda Sedr serdana Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî kir.

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî ku lîsteya wî 25 kursiyên Parlamentoya Iraqê bi dest xistin, di civîna çapameniyê ya hevbeş de ragihand: “Me li gel PDKê pêvajoya siyasî gotûbêj kir. Civîna me baş û giring bû, em ê li gel PDK û aliyên siyasî yên Kurdistanê dest bi pêvajoya siyasî bikin.”

Nûrî Malikî herwiha got: “Em bi lojîka vetokirinê razî nabin, em li gel siyaset, bername û pabendbûnê ne, bi wê yekê ku hikûmeteke reşîd pêk were û parlamento jî piştgirî bike. Li ser kesekî vetoya me tine, em razî nabin li ser me vetoya ti kesekî jî hebe. Hikûmeta nû dikeve ser wê hevpeymaniyê ku em hewla pêkanîna wê li gel birayên din ên Sunî, Şîe û Kurd didin, tiştê ku li ser biyar were dayîn em pabendî wê dibin.”

 

Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî jî di civîna çapemeniyê de eşkere kir: “Li Iraqê armanca me pile û post nîne, em dixwazin saziyên dewletê dirust bikin.”