Malbata Îbrahîm ji xwekustinê bi guman e, cenaze li Nisêbînê tê vesartin
PeyamaKurd - Malbata Îbrahîm Layikê ku tê gotin, li Balafirgeha Stenbolê ji ber nijadperestiya li hemberî kurdbûna wî hatiye kirin, xwe kuştiye dibêje, ew jê bi guman in cînayeta kar be û diyar dikin, deruniya Îbrahîm baş bûye.
Parlamantarê HDPê yê Kocaeliyê jî Omer Faruk Gergerlioglu jî li gor agahiyên ketine destê wî dibêje, “Îbrahîm hez ji keçekê dikir, jê re daxwaza hevaltiyê kiriye, bersiva ‘Na’ standiye. Keçikê gotiyê, ez qet bi Kurdan re nabim heval û bi wê xemê întihar kiriye. Xwe ji qata çûyînê avêtiye xwar.”
Îbrahîm Layik berî bûyerê ku wekî karmendê ewlekariya taybet li Balafirgeha Stenbolê kar dikir û parvekirineke wiha li ser Instagramê belav kiribû:
“Ji ber em kurd in, her tim li dijî me dijminiyê dikin. Belkî bi vî tiştê ku bikim hin tişt biguherin. Bijî kesê ku bi kêfxweşî bêje ez kurd û tirk im. Heqê xwe helal bikin.”
Piştî parvekirinê jî nûçeya întihara wî belav bû û niha termê wî ji bo otopsiyê li pizîşkiya dadî ye.
Malbata Layik jî her çiqas îhtimala xwekuştinê tîne ziman jî ji xwekuştina wî bi guman e.
Birayê wî Omer Layik wiha gotiye: “Bi peyama parvekir re dibe ku bi întîxarê dinixumînin. Lê em dîsa nikarin gunehê tu kesî bixin stûyê xwe. Lê gumanên me di vî alî de ne. Halê dinyayê ye. Ji bo berjewendiyê çi nayê kirin.”
Hat ragihandin dê piştî karûbarên otopsiyê cenazeyê Layik bişînin Nisêbînê û li Goristana Hecacan bispêrin axê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin