Macron, welatên G20ê rexne kir
PeyamaKurd- Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, di çarçoveya Lûtkeya Rêberên G20ê ya 18emîn a ku bi mazûvaniya Hindîstanê li paytext Delhiya Nû hat lidarxistin de daxuyanî da.
Emmanuel Macron diyar kir ku di armancên çend sal berê yên welatên G20ê de pêşketin çêbûne, lê divê ev yek neyê wateya hilbijartina navbera têkoşîna li dijî xizaniyê û parastina gerstêrkê.
Macron di dewama daxuyaniya xwe de rexne li welatên G20ê kir û got, "Her welat nexşeyek rê heye û divê civaka navneteweyî piştgiriyê bide wê. Divê têkoşîna li dijî guherîna avhewayê di serî de bê girtin.”
Macron bal kişand ku endamên G20ê di têkoşîna li dijî guherîna avhewayê de gavên têrker nehavêtine û wiha got ku
"Ev gotineke pir hêsan e û wisa xuya dike ku bi ser dikeve. Ji bo hin welatên pêşkeftî, rêyek hêsan e ku berpirsiyariyê tenê deynin ser dewlemendan. Wekî Ewropa em berpirsyariya xwe bi cih tînin."
Macron destnîşan kir ku hin welatên endamên G20ê heta sala 2045an hîn xwedî rojeva hilberîna petrolê ne û wiha got: "Tevî ku ev rewş eşkere ye, nîqaşa li ser bidestxistina hedefa karbonê ya sifir heta sala 2030î nelihevî ye."
Serokomarê Fransayê xwest ku hilberîna petrolê heta sala 2050 bi dawî bibe û diyar kir ku ew nebûna Serokê Rusyayê Vladimir Putin ji G20an gaveke girîng dibînin û diyar kir ku piraniya endamên G20ê şerê li Ukraynayê û bandorên wê şermezar dikin.
Macron bal kişand ser qeyrana Nîjerê jî û destnîşan kir ku ew biryara rêveberiya Niameyê ya vekişandina leşkerên xwe ji Fransayê nas nakin.
Emmanuel Macron careke din ragihand ku Serokomarê Nîjerê Mihemed Bazum dîl tê girtin û rêveberiya heyî ne rewa ye û got, Fransa tenê heger Bazum bê berdan û bixwaze dikare mijara vekişîna leşkeran nîqaş bike.
Macron diyar kir ku ew piştgirî didin helwest û biryarên ku Civata Aborî ya Dewletên Rojavayê Afrîkayê (ECOWAS) li dijî hikûmeta leşkerî ya Nîjerê girtine.
Her wiha Macron bal kişand ser erdheja ku li herêma El-Huz a Marrakech a Fasê pêk hat û diyar kir ku Fransa amade ye alîkariyê bide heger rayedar pêwîst bibînin lê heta niha ji rêveberiya Rabatê tu daxwazeke bi vî rengî negirtine.
Macron bal kişand ku ev erdhej bi taybetî ji ber ku welatiyên wan ên bi eslê xwe Fas hene wan eleqedar dike û diyar kir ku ji bo alîkariya vî welatî bi serokên Banka Cîhanê û IMFê re hevdîtin kirine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin