Macron û Zelenskiy, li Parîsê civiyan

15 gulan 2023 18:00
Macron û Zelenskiy, li Parîsê civiyan

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya hevpar a nivîskî ya ku ji Koşka Elyseeyê hat dayîn, hat diyarkirin ku Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy û Serokomarê Fransayê Emanuel Macron, li Parîsê civiyan.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku Macron û Zelenskiy, di civînê de nêzîkî 3 saetan axivîne û şerê Rusyayê yê li dijî Ukraynayê, şermezar kiriye.

Hat tekezkirin ku divê Rusya demildest û bê şert û merc hêzên xwe yên leşkerî ji axa Ukraynayê vekişîne. Her wiha hat diyarkirin ku Fransa û Ukraynayê, ji Rusyayê xwest ku ji Santrala Nukleerî ya Zaporijyay vekişe. 

Hat destnîşankirin ku Fransa bi serxwebûn, serwerî û yekîtiya axa Ukraynayê re girêdayî ye. Bal hat kişandin ser wê yekê ku rêveberiya Parîsê heta ku pêwîst bike dê piştgiriya xwe ya siyasî, darayî, mirovî û leşkerî ya ji bo Ukraynayê bidomîne.

Hat eşkerekirin ku Fransa dê di hefteyên pêş de gelek tabûran perwerde bike û bi dehan wesayîtên zirxî û tankên sivik jî di nav de bişîne Ukraynayê ku dê tanqên şer ên sivik ên tîpa AMX 10-RC jî di nav de hebin.