Macron: Fransa, bi girseyî derbasî pergaleke nû dibe

24 mijdar 2022 20:30
Macron: Fransa, bi girseyî derbasî pergaleke nû dibe

PeyamaKurd- Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, li Koşka Elyesse ya Parîsê, pêşwaziya hin şaredarên Ukrayna û Fransayê kir. Macron da zanîn ku ew bi awayekî girseyî, derbasî pergaleke nû dibin.

Emmanuel Macron, di axaftina xwe ya ku pêşwaziya şaredaran kir de bal kişand ser guhertinên nav civaka Fransayê û got,

"Di demokrasiyê de cihê rik û tundiyê tuneye lewra em bixwe kesên ku nûnertiya xwe dikin, hildibijêrin."

Macron li ser bûyerên tund û tûjiyê yên li nav welêt û derveyî welêt jî axivî û got,

“Em bi awayekî girseyî ji pergaleke kevin derbasî pergaleke nû dibin. Ya ku hemû aloziyan çêdike ev e. Em di nav qeyranên wekî ‘êlek zer’ nexweşiya Covid-19, şer û enerjiya ku vegeriya parzemîna Ewropayê re derbas bûne.

Rusya dixwaze gelê Ukraynayê ber bi bêhêvîbûnê ve bikişîne. Armanc êdî ne leşkerî ye, ne tenê şervanên Ukraynayî ne.”

Serokomarê Fransayê bi berdewamî qala konferansa ku dê di 13ê Kanûnê de ji bo piştgiriya Ukraynayê li Parîsê bê lidarxistin kir û ragihand ku ew ê bi Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy re hevserokatiya vê konferansê bikin.