Macron: 300 çekdarên Sûrî ji Entabê bi rê ketine, komeke din jî tê amadekirin
PeyamaKurd - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron da xuyakirin ku Tirkiyê bi qasî 300 çekdarên Sûriyê şandine herêma Nagornî-Qerebaxê ya ku şer û pevçûn di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de rû didin.
Macron got: “Li gorî agahiyên li ber destê me, ez dikarim piştrast bikim ku 300 çekdarên Sûriyê ji Entabê ber bi Bakuyê ve bi rê ketine.”
Macron bibîr xist ku ew çekdar kesên tundraw in û girêdayî komeke cîhadî ya li herêma Helebê ne û got, komeke din bi heman hejmarê tê amadekirin da ku beşdarî şerê herêma Nagronî bibe.
Serokê Fransayê herwiha ragihand, Rûsya, Amerîka û Fransa wê di demeke nêzîk de însiyatîfên aştiyê li herêma Qerebaxê pêşkêş bikin.
Serokwezîrê Ermenistanê Nikole Pashinyan jî dabû xuyakirin ku Tirkiye çekdaran dişîne Qerebaxê û li Azerbaycanê jî ew çekdar hewil didin şerîetê ferz bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin